BAYDEMİR: DEWLETA TİRK, EREB Û FARİSAN HEYE, ÇİMA YA KURDAN TUNE BE?

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir diyar kir ku dewletbûna mafê kurdan e û got, "Dewlata Tirk, Ereb û Farisan heye çi ma ya Kurdan nebe?"

Li gorî nûçeyeke Rûdawê Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir li ser rewşa Kurdan axivî û ragihand ku mafê gelê Ereb, Tirk û Farisan çi be, mafê gelê Kurd jî ew e.

Mîtînga HDPê ya li navçeya Bismilê
Baydemir û Kaya dê li ser navê HDPê di TRTê de biaxivin

Baydemir diyar kir ku gelek karesat bi ser Kurdan de hatiye û ev tişt gotin, "Mixabin Enfal, Helebce bi serê Kurdan de hat. Li herêma Barzan komkujî bi serê Kurdan de hat. Ev nêrîn tenê ne ya (Serokê Iraqê yê berê) Seddam bû. Ev nêrîna Şam, Tehran û Enqereyê ye jî."Baydemir anî ziman gelê Herêma Kurdistanê gihîştiye serkeftineke girîng û ew wekî kurdekî serkeftinên Herêma Kurdistanê wekî yên xwe dibîne û got ji bo xatirê ku em Kurd yek milet in. Baydemir da zanîn ku ew pitşgiriyê didin biryara Parlamentoya Herêma Kurdistanê û ev tişt anîn ziman: "Parlamentoya Kurdistanê çi bibêje, partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser çi xalên hevpar li hev bikin em piştgiriya wan dikin. Gelê Başûrê Kurdistanê ji bo paşeroja xwe çi bixwaze em bê şik, bê şert û şûrt qebûl dikin û piştgiriyê didinê."

Berdevkê HDPê di axaftina xwe de di warê Ala Kurdistanê rexne li dewlet û aliyên dijî hilgirtina Ala Kurdistanê derketin, girt û ev tişt gotin, "Mixabin ew serkeftinên Başûrê Kurdistanê, Ala Başûrê Kurdistanê an jî Ala Kurdistanê wekî dijminatiya xwe dibînin, wekî têkçûna xwe dibînin. Kurd li Başûrê Kurdistanê bibin federasyon an jî serxwebûna xwe pêk bînin çima dijmantiya Tirk, Ereb û Farisan be? Yê we jî dewleta we heye, çima ya Kurdan tun be?"

sputnık

RSS Feed

rojnameyanewroz.net

IFTTT
Blogger tarafından desteklenmektedir.