25Ê ÎLONÊ ROJA REFERANDUMA SERXWEBÛNÊ YE

Di civîna Barzanî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de biryar li ser roja referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat dayîn û li gorî daxuyaniya piştî civînê, roja 25ê Îlona îsal weke roja pêkanîna referandumê hatiye diyarkirin.

Îro çarşembî 7ê Hezîrana 2017ê Mesûd Barzanî bi nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî bajarê Hewlêrê civiya. Mijara sereke ya civîna îro gotûbêjkirina pêkanîna referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ye.

Civîna navbera Barzanî û nûnerên aliyên siyasî di demjimêr 15:00ê piştî nîvro de dest pê kir û berî demekî civîn bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî dawî pê hat.

Li gorî daxuyaniyê ku Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, di civîna îro de derbarê lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê de biryar hat dayîn û roja 25ê Îlona 2017 (îsal) wele roja birêveçûna referandumê hat diyarkirin.

Di destpêka daxuyaniyê de tê gotin: "Roja çarşembiyê 7ê meha 6 a 2017ê li Selahedînê nûnerên pilebilindên partiyên siyasî yên nava parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi amadebûna Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr û Serok û Cîgirê Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Kurdistanê li gel birêz Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî civiyan."

Derbarê naveroka civînê de jî hatiye gotin: "Di civînê de bi berfirehî mijara referandum û hilbijarina Parlamentoya Kurdistanê û arîşeyên siyasî yên navxweî yên Herêma Kurdistanê û rewşa herêmî û cîhanê hatin gengeşkirin û amadebûyên civînê nêrînên xwe li ser pêwsîtiya referandumê û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên herêmê û rewşa zatî û babetî ya Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin."

Li gorî daxuyaniyê, di vê civînê de amadebûyên civînê bi koma dengan li ser van çend xalan li hev kirin:

"Yekem: Roja 25ê Îlona 2017ê weke roja sazkirina referandumê li Herêma Kurdistana Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya herêmê hat diyarkirin.

Duyem: Her ji roja dawîhatina civînê heta dema birêveçûna referandumê, hemû alî xebatê ji bo ji bo çalakkiirna parlamentoyê û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bikin, ew yek jî bi armanca bi dest xistina komdengiya niştimanî.

Sêyem: Tekezî li ser başkirina debar û rewşa jiyana xelkê û awirdan li arîşeyên aborî yên hevwelatiyên Kurdistanê û mûçewergir û çîn û tijwêj û xelkê kêmdahat hat kirin.

Çarem: Biryar hat dayîn ji bo pêkanîna Encumena Bilind a Referandumê bi serokatiya birêz Mesûd Barzanî. Herwiha biryar hat dayîn, ku heta roja 12ê Îlona 2017ê partiyên siyasî nûnerên xwe bo beşdarbûn di çend komîteyên taybet bi referandum û piştî referandumê de diyar bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de navê alî û partiyên siyasî yên beşdar di civînê de bi vî awayî hatiye rêzkirin:

"Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Bizava Îslamiya Kurdistanê, Partiya Komonîst a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Partiya Karkeran û Kedkarên Kurdistanê, Partiya Çaksaziya Pêşkevtî ya Kurdistanê, Lîsta Hewlêr a Tirkmenî, Eniya Tirkmenî ya Iraqê, Partiya Geşepêdana Tirkmenî, Lîsta Ermen di Parlamentoya Kurdistanê de, Bizava Demokrata Aşûrî, Encumena Gel a Kildanî-Aşûrî."

Pêştir peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ku ji bo şopandina civîna Barzanî û aliyên siyasî li Pîrmamê ye, ragihandibû: "Di civînê de biryar hatiye dan, ku 25ê Îlona 2017ê referandum birêve biçe."

Senger Ebdurehman herwiha gotibû: "Di civînê de herwiha biryar hatiye dan, ku 6ê meha 11 a îsal hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û serokatiya Herêma Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de werin sazkirin."

Peyamnêrê me herwiha dabû xuyakirin: "Di civînê de herwiha biryar hat dayîn ku çend komîteyên bilind bi serokatiya Barzanî bo referandumê werin pêkanîn, ji bo ku serdana welatên deverê û welatên erebî bikin û herwiha ji bo ku gotûbêjê li gel Bexdayê jî bikin.

Rûdaw

RSS Feed

rojnameyanewroz.net

IFTTT
Blogger tarafından desteklenmektedir.