ÊŞÊN HESTIYAN ÊN GULMENÊ Û OZAKÇAYÎ GIRAN BÛ, CEZAYÊ RAGIHANDINÊ DAN GULMENÊ

Hat diyarkirin ku êşên hestî û masûlk ên Gulmenê û Ozakçayî giran bûne ku 107 roj in di greva birçûbûnê de ne. Her wiha Esra Ozakçayê got ku dixwazin perwerdekeran di girtîgehê de bitenê bikin.

Esra Ozakçayê derbarê tenduristiya perwerdeker Nûriye Gulmenê û Semîh Ozakçayî de daxuyaniyek belav kir ku ji bo karibin karên xwe yên di çarçoveya Biryarnameya di Huqmê Qanûnê de ji karên xwe hatibûn avêtin û ji bo vegerin karên xwe 107 roj in di greva birçûbûnê de ne.

Li gorî daxuyaniyên ku li ser hesabê Twitterê yê Semîh Ozakçayî hatine aşkerekirin, êşên hestî û masûlkên her du perwerdekeran jî girantir bûne.

Esra Ozakçayê her wiha destnîşan kir ku ji ber di girtîgehê de slogan avêtiye, şandin û standina name û faksan û hevdîtinên bi telefonê yên Nûriye Gulmenê hatine qedexekirin.

"Semîh nema dikare dengê xwe bibihîze"

Li gorî daxuyaniyê tenduristiya Ozakçayî wiha ye:

"Guhên wî xetimîne û dengê wî naçe wî bixwe. Di lingên wî de êşa masûlkan girantir bûye. Êşeke gelekî zêde di stuyê wî û hestiyên qorikê de heye û ji ber vê jî her gav pêwistiya wî bi xwedirêjkirinê heye. Hesta têreçûnê de her du çavên wî de jî hene".

"Mamoste Nûriye nikare tiştên ron bistîne"

Her wiha hat gotin ku êşa stu û masûlkên sînga akademisyen Gulmenê zêdetir bûne:

"Ji be êşa masûlkên nikare stuyê xwe bitebitîne, nikare milên xwe rake. Qurtere ava ku vedixwe jî xazê pê re çê dike. Êdî nikare tiştên ron bistîne". (TP/ÇT/FD)

 

BİANET

RSS Feed

rojnameyanewroz.net

IFTTT
Blogger tarafından desteklenmektedir.