KILIÇDAROGLÛYÎ SERDANA HDPYÊ KIR

Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglûyî serdana Hevseroka HDPyê Serpîl Kemalbayê kir û piştî hevdîtinê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyan de li ser girîngiya diyaloga di navbera partiyan û demokrasiyê hat sekinandin.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî serdana Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir û li vir bi Hevseroka Giştî Serpîl Kemalbayê re kombûnek lidar xistin.

Ligel Kiliçdaroglûyî Alîkarên Serokê Giştî yên CHPyê Bulent Tezcan û Halûk Koçî, Serşêwirmendê Serokê Giştî Cemîl Erhanî di heyeta CHPyê de cî girt. Ligel Kemalbayê Alîkara Hevserokên HDPyê Fatma Kûrtûlan û Parlamenterê HDPyê Sirri Sureyya Onder jî di civînê de amade bûn.

Civîna her du aliyan saetek û 10 deqîqeyan domand û Kemalbayê û Kiliçdaroglûyî di daxuyaniya hevbeş de li ser girîngiya diyaloga di navbera partiyan de sekinîn.

Kemalbay: Divê diyaloga di navbera partiyan de berdewam bike

"Me bi Kiliçdaroglû re hevdîtinek pêk anî ku raya giştî ji zû de ye li bende bû. Em spasiya xwe ji bo serdana wî pêşkêş dikin. Di demeke wisa zehmet de serdana partiya me kirin ku li cîhanê, li herêmê û li Tirkiyê şikestinên gelekî mezin çêdibin. Piştî referandûma destûrê ya nerewa, hatina ba hev û diyalog a hêzên demokrasiyê gelekî girîng û xwedî wateyeke mezin e."

Kiliçdaroglû: Divê herkes karibin fikrên xwe bi awayekî azad bîne ziman

"Hevdîtineke baş bû. Me pêvajoyeke referandûmê derbas kir. Di vê pêvajoyê de çi kesên ku demokrasî parast, divê îro jî demokrasiyê biparêzin. Demokrasî rejîma ku herî zêde îradeya bihevrejiyanê dikarin di wê de bidin nîşandan. Heke ku em ê bihev re bijîn divê em karibin tehemula fikrên hev  bikin. Divê herkes karibe fikrên xwe bi awayekî azad bîne ziman. Divê ti kes ji ber fikrên xwe nekeve girtîgehê. Heke ku em demokrasiyê pêş nexin, em ê ji cîhana hemdem a sedsala 21. qut bibin." (BK/FD)

BİANET

RSS Feed

rojnameyanewroz.net

IFTTT
Blogger tarafından desteklenmektedir.