MA ZIRARA ‘MEŞA EDALETÊ’ HEYE?

Axir CHP derket kolanan. Bi 'Meşa Edaletê' berê xwe ji Enqereyê da Stenbolê. Niha gengeşiya herî mezin a li Tirkiyeyê ev e. Gelo, CHP dereng ma? Heta niha çima berê xwe neda kolanan? Niha ji ber ku hêviya wan ji meclisê qediya, ji ber wê daketin kolanan û 'Meşa Edaletê' da destpêkirin? Bêguman em dikarin pirsan zêde bikin.

Fehîm Işik Hemû nivîsên ê nivîskar

Em dikarin, ji bo demê jî gelek tiştan bibêjin. Ne tenê ji bo 'Meşa Edaletê', her wiha ji bo sûcên CHP'ê jî em dikarin gelek tiştan bibêjin. Bi rastî ger em dest bi sûcên CHP'ê bikin, ne ji îro ve hema bêje ji damezirandina vê partiyê ve heta niha em dikarin bi hezaran sûcan bihejmêrin. CHP, partiya damezirîner a Komara Tirkiyeyê ye. Red û înkar û asîmîlasyon, siyaseta CHP'ê bi xwe ye. Ji Serhildana Bêşebabê ya sala 1924'an bigire heta Dêrsimê, ango heta sala 1938'an destê wan di xwîna kurdan de ye. Piştre jî ranewestiyane.

Her li ser tunekirina gel û baweriyên cuda yên Tirkiye û bakurê Kurdistanê, tiştek nemaye nekirine. Ew nîşaneya Rabîayê ku niha Erdogan bi kar tîne, berî her tiştî nîşaneya CHP'ê bû. "Yek dewlet, yek al, yek milet û yek ziman" siyaseta wan bû. Lê niha vê partiyê berê xwe daye kolanan. Ya rastî mecbûr maye berê xwe bide kolanan. Êdî her kesî dizanî ku dor hatibû wê. Girtina parlamenterê wan bû sedem ku Kiliçdaroglu ji Enqereyê dest bi 'Meşa Edaletê' bike.

Sedem çi dibe bila bibe, rexneya derengmayînê çi qas li cî dibe bila bibe, axir a berbiçav ew e; CHP'ê êdî hêviya xwe ji meclisa bêbandor birî û berê xwe da kolanan. Gelo CHP, ji niha pê ve dikare careke din vegere şûna xwe ya berê? Qet şik jê nîn e, CHP sibê dikare biryara xwe paşve bigire û dev ji siyaseta kolanan berde û paşve bikişe. Lê tişteke esasî di vir de heye, ew jî mecbûriyeta wan e. Piştî girtina Enîs Berberoglu daneketana qadan, dê hin rayedar û CHP'iyên muxalîf jixwe daketana kolanan.

CHP'ê nexwest derfetê bide muxalîfên xwe, her wiha nexwest kontrolê jî ji destê xwe derxe. Bi ya min, piştî ku dest bi meşê kirin jî ev nêrîn hê derbasdar e. Di vir de AKP dikare gavekê biavêje, ango parlamenterê wan berde û ew jî li ser vê yekê vegerin mala xwe. Ger AKP di zorê de bimîne dikare Berberoglu berde. Tiştekî din jî heye; ger ev muxalefeta kolanan bi bandor be û her ku biçe mezin bibe wekî ku CHP'î niha dibêjin, heta bidestxistina edaletê bimeşe, AKP jî û serokê wan Erdogan jî her ku biçe zêdetir dê har bibin û zêdetir êrîşê bibin ser 'Meşa Edaletê.' Divê em ji bîr nekin, êrîşên zordaran ji ber tengaviya wan in.

Erdogan di zorê de ye, ji ber vê yekê jî dê hê gelek sûcan bike. Ji bo îktîdar ji destê wê neçe jî aşkera ye ku çavên xwe sor kirine. Dibe ku sûcên wan ên axirîn, êrîşên li ser 'Meşa Edaletê' bin. AKP û serokê wê her ku diçe mîzana xwe zêdetir winda dikin. Yê ku dawiya wan bîne jî windakirina vê mîzanê ye. Ger CHP careke din jî gel nexapîne, dê mîzana AKP û Erdogan her biçe zêdetir xera bibe. Ji bo ku CHP nekare gel bixapîne, divê hemû aliyên civakê xwedî li 'Meşa Edaletê' derkevin û bi deng û rengên xwe di nav de bin. Bi ya min zirara vê yekê ji têkoşîna gelan re tune ye.

ROJEVA MEDYA

RSS Feed

rojnameyanewroz.net

IFTTT
Blogger tarafından desteklenmektedir.