REFERANDUMA SERXWEBÛNÊ

Partiyên başûrê Kurdistanê bêyî ku Komeleya Îslamî û Tevgera Goran beşdar bibin, civiyan û du biryarên girîng dan. Yek ji wan li ser referanduma serxwebûnê ye, ya din jî der heqê hilbijartina giştî de ye. Başûrî dê 25'ê Îlonê ji bo referandumê, di 6'ê Mijdarê de jî ji bo hilbijartina serokê yan jî seroka nû û endamên parlamentoyê biçin ser sindoqan. Min wek rastiya demokrasiyê, 'seroka' nû lê zêde kir. Lê di rastiya xwe de ji niha ve diyar e, dê başûrî bi îhtîmaleke mezin 'serokê' nû hilbijêrin. Lê rastiyeke din jî heye. Kesek behsa hilbijartina 6'ê Mijdarê nake. Niha mijar referandum e.

Fehîm Işik / Hemû nivîsên ê nivîskar

Di gengeşiyên navxweyî de zêdetir helwesta Goran û PDK'ê derdikeve pêş. Goran, biryarên hatine dayîn wek biryarên yasayî nabîne. Dibêjin, "Niha li başûrê Kurdistanê parlamento tune ye, endamên hikumetê û serokê parlamentoyê nikarin bikevin Hewlêrê, PDK'ê dest daniye ser heyiyên Kurdistanê û her wiha têkiliyên aborî yên PDK'ê ji hikumet û parlamentoyê tên veşartin. Di rewşeke wisa de biryarên hatine dayîn ne yasayî ne." Lê Goranê li hemberî vê yekê heta niha dijberiya referanduma serxwebûnê nekiriye. Helbet ew jî serxwebûnê wek mafekî rewa dibîne.

Helwesta PDK'ê jî balkêş e. Ew jî rexneyên Goranê wek pirsgirêkên siyasî bi nav dike û referandumê jî wek meseleyeke neteweyî dibîne. Aliyekî Goranê jî, aliyekî PDK'ê jî rast e. Belê, li başûrê Kurdistanê niha hikum di destê PDK'ê de ye û dest daniye ser hemû sazî û dezgeyên rayedariyê. Hema bêje YNK'ê jî heman tişt li herêma Silêmaniyê pêk aniye. Lê rastiyeke din jî heye, ew jî rastiya serxwebûnê ye. Eger helwesteke din a partiyan hebe ew tê famkirin. Ango partiyek dikare bibêje "Ez ne serxwebûnxwaz im, ez xweseriyê yan jî federasyonê diparêzim." Belê, ev tê famkirin. Lê li başûrê Kurdistanê partiyên ku dijberiya serxwebûnê dikin, tune ne. Hemû serxwebûnê wek mafekî rewa yê kurdan dibînin. Ev jî bi me nîşan dide ku divê kurd li başûrê Kurdistanê bi helwesteke neteweyî biçin ser sindoqan û bêyî ku gengeşiya pirsgirêkên xwe bikin, ji bo serxwebûnê li helwesteke hevbeş bigirin.

Mixabin, ev yek pêk nehat. PDK'ê rê neda çareseriya siyasî. Di nav partiyên başûrê Kurdistanê de çareseriya siyasî pek bihata, niha destê wan dê zêdetir xurt bibûya. Hêvî ew e ku partiyên siyasî di vê heyamê de bi hev nekevin û destê nedost û neyarên kurdan xurt nekin. Gelo, neyar dê çi bikin? Di serî de Tirkiye û Îran, dê çi gavan biavêjin? Aşkera ye. Dê astengiyan derxin. Heta ji destê wan were dê bi aşkerayî êrîşî herêmê bikin û heke bikarindê herêmê jî dagir bikin.

Eger ne wiha be, Mesûd Barzanî çima ji bo emnahiya referandumê alîkarî ji cîhanê bixwaze? Hat îdiakirin ku li hemberî gefên referandumê serokê herêmê ji bo emnahiyê ji hin dewletan alîkarî xwestiye. Em careke din dubare bikin; divê ev rewş neyê derçavkirin û partiyên kurd, destê nedost û neyarên kurdan xurt nekin. Ew wisa bawer dikin ku dê AKP, piştgiriya PDK'ê bike. Niha, behsa girtina deriyên başûrê Kurdistanê dikin. Heta di hin rojnameyên AKP'iyan de behsa dagirkirina başûrê Kurdistanê jî tê kirin. Careke din jî hat dîtin ku ew ne li serxwebûna Kurdistanê dinêrin, ew tenê li îhaleyan dinêrin.

ROJEVA MEDYA

RSS Feed

rojnameyanewroz.net

IFTTT
Blogger tarafından desteklenmektedir.