WALÎTÎYA AMEDÊ LI 18 GUNDÊN LICÊ DERKETINA DERVE QEDEXE KIR

Walîtîya Amedê eşkere kir ku li 18 gundên navçeya û derdorê wan gundan operasyonek dê bê kirin ji ber wê li wan gundan derketina derve qedexe ye.

Walîtîya Amedê eşkere kir ku li 18 gundên navçeya û derdorê wan gundan operasyonek dê bê kirin ji ber wê li wan gundan derketina derve qedexe ye.

Walîtîya Amedê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku qedexe dê îro siet 12:00 dest pê bike.

Herweha walîtîyê bi daxuyaniyeka dî eşkere kir ku li 10 gundên navçeya Pasûrê ya Amedê jî derketina derve hatiye serbestkirin.

Navên bi zimanê Tirkî yên gundên Licê ku derketina derve hatiye qedexekirin ev in:

Akçabudak , Örtülü , Ulucak , Saydamlı , Kılıçlı , Yorulmaz , Güldiken , Üçdamlar , Baharlar , Bayırlı , Hedik , Tuzlaköy , Yamaçlı , Kıralan , Dernek , Konuklu , Yünlüce û Yaprakköy .

Dema bidawîbûna qedexeyê nehatiye eşkerekirin.

(AS/MB)

BİANET

RSS Feed

rojnameyanewroz.net

IFTTT
Blogger tarafından desteklenmektedir.