ZEHRA DOGANA ROJNAMEGER HAT GIRTIN

Ji ber karê wê yê rojnamegeriyê û parvekirinên wê yên di medyaya civakî de Zehra Dogan bi sûcê "propagandaya ji bo terorê" hat girtin.

Zehra Dogan dema ku ji Amedê ber bi Mêrdînê ve diçû li ser rêyê hat girtin. Zehra Dogan edîtora JINHAyê(Ajansa Nûçeyan a Jinan) bû. JINHA bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de hatibû girtin.

Li gor nûçeya dihaberê dadgehê ji bo Doganê biryara girtinê daye.

Ji ber karê wê yê rojnamegeriyê û parvekirinên wê yên di medyaya civakî de Zehra Dogan bi sûcê "propagandaya ji bo terorê" hatibû sûcdarkirin.

Zehra Dogan

Di sala 1989ê de hatiye dinê. Li Zanîngeha Dîcleyê, Beşa Dersdêriya Nîgakêşiyê xwend. Ji destpêka avakirina JINHAyê ve(2012) vek nûçegihan û edîtor li wê derê dixebitî.

(EA/MB)

Bianet

RSS Feed

rojnameyanewroz.net

IFTTT
Blogger tarafından desteklenmektedir.