DORA TÊKÇÛNÊ HAT DAGIRKERAN

 

19'ê tîrmeha 2012'an wek destpêka Şoreşa Rojava tê qebûlkirin. 5 sal beriya niha, rojavayiyan ewil car li Kobanê dest danî ser dam û dezgeyên dewletê û xwe bi rê ve bir. Bêguman, ev rêvebirin ne ji ber xwe bû. Meclisên Gel hatibûn damezirandin. Gelek partî, sazî û kesayetên naskirî di van meclisan de berpirsyarî girtibûn; hem bi birêxistinkirinê, hem jî bi rêvebirinê re mijûl dibûn. Derdê herî mezin jî ew bû ku bêyî şerek çêbe, xweseriya xwe îlan bikin û bi rê ve bibin. Kurd, li pey rêya sêyemîn digeriyan. Nedixwestin bi kesî re şer bikin; tenê dixwestin herêma xwe biparêzin û xwe bi xwe bi rê ve bibin.

Fehîm Işik Hemû nivîsên ê nivîskar

Vê yekê beriya Sûriyeyê di serî de Tirkiye û Îran aciz kirin. Hê beriya 19'ê Tîrmehê, destpêka 2012'an; Tirkiye bi rêya Cephet ul Nusra mudaxaleyî Rojava kir. Çeteyan ajot ser kurdên Rojava.

Cephet ul Nusra bi ser neket. Lê axir bi rêya Tirkiyeyê ket Sûriyeyê. Hinek di ser Hatayê re, hinek jî di ser Serêkaniyê re bi qasî 4 hezar çete, ji bakurê Afrîkayê hatin Tirkiyeyê û dûre daketin û li Sûriyeyê cihwar bûn. Tirkiyeyê êdî dizanîbû ku Birayên Misilman têk diçin, ji ber vê jî xwe bi çeteyên tundraw ve girê da. Piştî 2013'an vê carê DAIŞ daket Sûriyeyê. Hatina DAIŞ'ê jî ji hewldanên Tirkiyeyê dûr nîn e. Dora têkçûnê hatibû Cephet ul Nusra û Tirkiye jî ji dêvla Cebhet ul Nusra, DAIŞ kedî kir.

DAIŞ, li Sûriyeyê bingeha xwe ya mezin ji nusrayiyan pêk anî. Têkçûna Nusrayê jî bi kar anî û gelek herêmên di bin dagirkeriya Nusrayê de bûn, DAIŞ'ê dagir kirin. Lê hêj berê xwe nedabûn kurdan. Di destpêka 2014'an de berê xwe dan kurdan jî. Piştî dagirkirina Mûsilê gelek çek û cebilxane jî bi dest xistin û di destpêka tîrmeha 2014'an de xwest Kobanê dagir bike. Aşkera ye ku dagirkirina Kobanê, dê biba têkçûneke esasî ya kurdan.

Ew Kobaniya ku warê berxwedanê bû û şewqa şoreşê ewil car li wê derê ronahî dabû dora xwe, ket ber êrîşên DAIŞ'ê. Piştgira wan a mezin jî Tirkiye bû. Kobanê, berxwedaneke bêhempa nîşan da. Li ber çavên hemû cîhanê aşkera bû ku çek û cebilxane nikarin zora bîr û baweriyê, berxwedanê bibin. Xisûsiyeteke dagirkeriyê ye; ew ji têkçûnê dersan wernagrin. Heta dûmahiyê siyaseta xwe ya çewt û şaş dimeşînin. Qet şik nîn e, ev yek dawiya wan jî tîne. Serencama Tirkiyeyê jî dê ji vê yekê dûr nebe.

Em bînin bîra xwe. Tirkiye ewil car xwest kurdan bi kar bîne û ji bo berjewendiya xwe, wan li gel Birayên Misilman li hemberî Sûriyeyê bixebitîne. Ev siyaseta wê têk çû. Kurd, bi Tirkiyeyê nexapiyan. Vê carê berê xwe da kurdan û Nusra ajot ser wan. Nusrayî jî li hemberî kurdan têk çûn, kurdan li ber xwe da û pêşî li Nusrayê girt. Dor hatibû DAIŞ'iyan. Ew jî têk çûn. Hem li Rojava û Sûriyeyê û hem jî li başûrê Kurdistanê û Iraqê, êdî bandora DAIŞ'ê dişikê.

Qet şik nîn e, têkçûna DAIŞ'ê di serî de têkçûna Tirkiyeyê bi xwe ye. Niha wekîl ji holê rabûne û aktor bi xwe li qadê ne. Dor hatiye têkçûna dagirkeriya aktorên esasî. Wisa xuya ye, dê dagirkeriya wan li hemberî şoreş û berxwedana Kobanê, careke din jî têk biçe û ev têkçûn dê têkçûna wan a dûmahiyê be.

ROJEVA MEDYA

RSS Feed

rojnameyanewroz.net

IFTTT
Blogger tarafından desteklenmektedir.