HERÊMA KURDISTANÊ: EM NE ÇAR IN AVÊ LI SER IRAQÊ QUT BIKIN

Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Ebdulsettar Mecîd got, ku Îranê ava rûbarê Zêya Biçûk girtiye û vê yekê jî ziyaneke mezin gihandiye Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Ebdulsettar Mecîd îro Yekşemê 02-07-2017, di civîneke çapemeniyê de ragihand, ku ji ber bendava, ku hikûmeta Îranê li bajarê Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê ava dike, ziyaneke mezin gihiştiye çavkaniyên avê yê Herêma Kurdistanê û lewma ew jî ne çar in ava ser Iraqê qut bikin.

Derbarê pêngavên çareserkirina vê pirsgirêkê de Mecîd got: "Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi xwe hewl dide vê pirsgirêkê li gel berpirsên Îranê gotûbêj û çareser bike."

Ebdulsettar Mecîd diyar kir: "Li hemû cîhanê dema berdana avê ye lê Îran avê qut dike. Di vê rewşê de herî zêde dê Iraq zirarê bibîne. Divê hikûmeta Iraqê bi xwe jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tevbigre. Beriya niha berpirsên Tehranê di vî warî de hatine agahdarkirin. Min bixwe jî ligel Konsolê Îranê yê li Hewlêrê axivî. Tişta ku Îran dike, li dijî hemû prensîban e. Ji ber ku di cejn3e de av birîn û navçeya Qeladizê 48 demjimêran bê av ma."

Mecîh herwiha diyar kir, ku piştî danûstandinên wan, berpirsên Îranê îro soz dane ku vê pirsgirêkê çareser bikin.

Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Ebdulsettar Mecîd eşkere kir, ku ji ber vê kirdara Iraqê Herêma Kurdistanê jî ne çar e ava zêde bi ser Iraqê de qut bike.

Mecîd got: "Em ne çar in ava zêde kom bikin û kêmtir avê berdin. Herêma Kurdistanê bi neçarî vê pêngavê davêje, ji ber ku pêwîstiya me bi avê heye."

Hêjayê gotinê ye, ku ji ber girtina pêşiya rûbarê Zêya Biçûk ji aliyê Îranê ve, ji sedî 70 yê ava Bendava Dokanê kêm bûye. Ev yek jî bandoreke nerênî li herêma Raperîn û Silêmaniyê dike.

Hikûmeta Îranê li gundê Kolse ya bajarê Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê, li ser rûbarê Zêya Biçûk bendavekî ava dike. Ev bendav 20 kîlometreyan nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê ye û li ser 117 metre bilindahiyê hatiye avakirin.

Bendava Kolse bi armanca berhemanîna 150 megabayt elektrîkê û herwiha komkirina avê ji bo çandiniyê, hatiye avakirin. Bendav 11 sal e tê çêkirin û piştî 2 salên din dê bikeve kar.

RUDAW

RSS Feed

rojnameyanewroz.net

IFTTT
Blogger tarafından desteklenmektedir.