KONGREYA NETEWÎ Û AZADÎYA KURDISTAN!

 

Ji sedsala bîstan derbasî sedsala bîst yekan bû şunda guhertınên mezin li cîhanê pêk tên. Ji van guhertinan yek jî avabûna Kurdistanê ye. Di vê avabûnê de pêwist e, ku hemî partiyên Kurd  rolê xwe yê erêyî (pozîtîv) ji bo Kurdistanek azad û demokratîk bileyhîzin.

Abuzer Balî Han / Hemû nivîsên ê nivîskar

Heya roja îro di dîrokê de li seranserî Kurdistanê tu caran şer ne hatiye rawestandin. Her dem li ser axa Kurdistanê şer heye. Hin caran Kurd li dijî Kurdan, carna jî neyar êrîşan tînin ser Kurdan. Di sedsala dawî de ji serhildana Koçgîrî (1919) pê de Pîran, Dersim û ji 1970 yî vir de jî dîsa li seransera welat şer heye! Li Rojhilat û li başurê Kurdistanê jî tu caran şer ranewestiya ye. Lê belê di vê navbeynê de rewşa cîhanê hate guhartin. Roj li Kurdan jî hilat. Kurd jî roj bi roj nêzîkî mafê çarenûsiya xwe dibin…

Di nav hêzên Kurd de yên herî têgîhîştî mirov wûsa bawer dike ku ew hêzên baweriya xwe yên bi sosyalistiya zanistî pêk anîne!.. Ew baweriya ji bo hemî hêzên çep çi mixabin em nikarin wûsa bêjin. Hin hêzên Kurd yên çep di nav yekitiya netewî de, hin hêzên wek Goran û Partiya Karkeran jî li dijî serxwebûna Kurdistan derdikevin! Gelo kî li dijî serxwebûna Kurdistanê ye? Li dijî serxwebûna Kurdistanê, bes Îran û Tirkiyê derdikevin. Ji vênê mirov tiştekîna Kurdan binijrdikevin! Gelo k fehm dike. Lê  hin rêxistinên Kurdan li dijî serxwebûna Kurdan bin, dema îro Kurd ji wana tiştekî ne fehm dikin û ne jî jê bawer dikin! Çil sal berê dema welaten soszalist alikariya Sedam Husên dikirin, hemî çepên Kurd li dijî tevgera Başurê welat li gel welatên sosyalist bûn! Bi ew karên xwe yên qirêj çepên Kurd îro ji wana hinek bi ew karê xwe yê şaş re şerm dikin! Hinek jî hîn du ew karê xwe yê şaş dikevin! Gelo kînge Tirk û Erebê bibin demokrat ku hun bi wan re federasyon an jî konfedaralîzman pêk bînin?!.

Roj, roja yekbûna Kurdan e. Hêzên Kurd yên ku di Kongreya Netewî ya saz bibe de ciyê xwe negirin, ewê nêzîkî Îran û Tirkiyê bibin!.. Weku dema borî de hêzên Kurd ku yên xulamtiya Sowyetê dikirin û bomba davêtin ser peşmergeyan!.. Lê ez bawer nakim ku hezêk wûsa îro di nav Kurdan de hebe û alikariya neyaran biket!..

Rojên li pêş me heyî, ji bo hemî partî û hêzên Kurd girîng in.  Kurd dikarin bi yek dengî xwe di nav koma miletan de temsîl bikin. Azadbûna beşek Kurdistan bê guman yê şewqa bide hemî perçeyan!

Îro li Kurdistanê mirov li alîkî bimînin, li çiya û baniyên welatê me ajalên kovî hêdî ji dest top û tifengên neyarên hov ciyê xwe terk dikin. Gund û bajarên Kurdan tên şewitandin. Kurd goçber dibin. Daristan tên şewitandin. Bi topên jahrê jiyan li çiya û baniyên Kurdistanê têt vemirandin. Xweza (tabîet) di bin tehlûkek mezin de ye! Lê dîsa jî berxwedana Kurdan di ew mercên dijwar de ranawestê û her berdewam diket! Şervanên azadiya Kuradan li serê çiyan û di nav bajarên ku Daeş dagir kirî de şer dikin. Şervanên Kurd çi jin e, çi mêr e, dengê wan li her der e! Hemî cîhan behsa lehengiya jinên şerwan  dikin!.. Lê dîsa jî xwesteka dilê Kurdan hîn jî bi cih nebûye!..

Îro Kurdên Kurdistana Bakur, di dema ew şerê dirêj didomînê de hîn nebûne yek! Hêzên Bakur û hemî berpirsiyarên wan, ewna sedemên şaşitiyên dîrokî ne. Hemî xwe rast dibînin. Ji bo vê ye ku şaşitiyên xwe heya îro nedîtin û ji bo vê jî nayên gel hev. Wana rexne li xwe nekirine û ji rexneyên xwe jî hez nakin! Li gor xwe serok in û şaşitiyên wan nînin. Pêwiste ku mîrov xwe bipirse! Heke hemî rast bin, kanê hevkarî û yekîtiya wan ya netewî?!.

Îro li Başurê Kurdistanê Kurd gelek nêzîkî serxwebûna xwe bûne. Hin hêzên Kurdistana Bakur û hevalên wan yên Başur li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikevin. Ew baweriya ji çepitiya kevn hatî girtînî, wê mala Kurdan xirab kirye… Bê guman hemî Kurd wek hev û du nafikirin. Lê mafê hemiyan heye ku di nav yekîtiya netewî de ciyê xwe bigirin. Hin hêzên Kurd li derva hîştin û neyartiya wana kirin, ew bawerî ne di xizmeta Kurdan de ye. Kurd îro nêzîkî pir mafên xwe yên netewîne. Kurd bi hevre li mafên xwe yên netewî xwedî dernekevin, ew mafên wana yê ji dest biçin. Mînak: Di ew rojên dawî de, Rus dixwazin carek din li Kurdan bêbextiya xwe ya dîrokî dubare bikin! Wekû rûxandina Kurdistana Sor û ya Mahabad! Di alîkariya Sedam Husên de têkbirina tevgera gelê Kurd li Başûrê welat di salên 1975 an  de rolê Rusan neyînî naye bîrkirin! Dost û alîgirên Kurd yên îro jî yê li gor pazarkirinê berjewendiya xwe yê ciyê xwe bigirin…

Serokên rêxistinên Kurdên Bakur îro hîn jî nikarin silavê bidin hev û du!.. Ma ewê çawa serxwebûna Kurdistanê biparêzin? Îro serokên şehredarên bajarên Kurdan û serokên HDP û wekîlên wan di girtîgehan de ne. Hemî komelên Kurd li Bakur hatin qedexe kirin. Heya peykerê Ehmedê Xanî û lewhaya Navenda Çanda Cigerxwîn ya li Amedê hatin xirab kirin. Di lewhan de nivîs û gotinên Kurdî hatin daxistin erdê û qedexe bûn! Hîn jî Kurdên Bakur alîkariya hev nakin û ser da jî dixwazin karê Kurdistana Başur yê pêşketî jî xirab bikin!..

Dem hêdî hatiye ku Kurdên welatparêz hemî bi hev re parasina Kurdistanek demokratîk û serbixwe bikin. Ya ji hêzên Kurd yên çep îro tête xwestin, pewist e ku pêşengiya tevgera netewî bikin. Heke nikarî bin pêşengiyê bikin, lê dikarin di nav de ciyê xwe bigirin. Hin hêzên Kurd dixwazin li dervayî vê yekîtiyê bimînin! Heke wûsa bifikirin, bêguman ewê zirarek mezin bidin xwe û hem jî  bidin tevgera azadîxwaz ya Kurdistan!..

Di roja îro de hêz û rêxistinên Kurd ji bo Kongreya Netewî û mafê çarenusiya Netewa Kurd hemî berpirsiyar in. Pêwiste ku hemî Kurdên nîştîmanperwer rola xwe ya dîrokî ya ereyî di referandum û serxwebûna Kurdistanê de bileyhîzin! Roj, ew rojên ber bi azadiyê diçine.  Dem ji bo hemî Kurdan  girîng e. Roj, rojên xîretê ne!..

RSS Feed

rojnameyanewroz.net

IFTTT
Blogger tarafından desteklenmektedir.