EW BERJEWENDÎPARÊZ İN, LÊ KURD?

Pirsgirêkên Rojhilata Navîn naqedin. Her roj pirsgirêkeke nû derdikeve pêşberî gelên herêmê; lê her pirsgirêkek rewşeke nû jî derdixe pêşberî gelan.

Fehîm Işik / Hemû nivîsên ê nivîskar

100 sal berê dagirkeran bi dilê xwe xet kişandin, welat û serweriya welatan bi dilê xwe parve kirin, ji bo ku gelên herêmê bi hev nekin jî dijminatî li nav wan zêde kirin, ew bi hev dan şikandin.

Ev rewşa tevlihev a Rojhilata Navîn niha baştir xwe aşkera dike. Belayek ji holê radibe, belayeke din derdikeve qadê.

Kurdên başûr ji sala 1991'an heta niha xwe bi rê ve dibin. Bi otonomiyê dest pê kirin, federasyona fermî ragihandin, niha referanduma serxwebûnê pêk tînin ku dê di encamê de serxwebûna vê beşa Kurdistanê jî ragihînin.

Di sala 2011'an de li Sûriyeyê aloziyekê dest pê kir. Di 2012'an de kurdên Rojava şoreşa xwe ragihand. Di destpêka sala 2014'an de kantonên xwe îlan kirin. Piştî berxwedana Kobanê aşkera bû ku bêyî kurdan DAIŞ'iyên serbelayê cîhanê têk naçin, derfetên kurdan jî berêve zêde bûn. Bêguman, kesekî ev derfet neda, bi qehremaniya xwe ev derfet bi dest xistin. Bi van destkeftiyan jî bi gelên herêmê re meclisên siyasî û artêşên bibandor damezirandin. Niha jî dor hatiye paytexta DAIŞ'ê û vî bajarî ji çeteyan rizgar dikin.

Lê li Rojhilata Navîn, aktor ne tenê kurd in. Çar hawîrdorên kurdan ji aliyê neyarên wan ve, ji aliyê dagirkerên welatên wan ve hatine dorpêçkirin. Ev dagirker ango Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye, dewlet in, çi jî bikin di qadên navneteweyî de xwedî 'dost' in. Her wisa, derd û kulên wan çi bin, dikarin li hemberî kurdan bi yek helwestekê tev bigerin.

Şerê hev dikin, lê gava pirsgirêkên wan kurd bin, her tiştî ji bîr dikin.

Iraq, ji bandora zalimekî wekî Sedam xilas bû, eger şerê kurdan ê li hemberî dagirkeriyê nebûya, gelên Iraqê jî hinde bi hêsanî ji Sedam xelas nedibûn, lê piştî Sedam jî heman bêbextî li kurdan kirin. Hê jî bêbextiyên xwe didomînin.

Sûriye têk çûbû. Tirkiyeyê bi hezaran çete li Sûriyeyê kom kiribûn. Li hemû kolanên Sûriyeyê şer hebû. Lê kurd nebûn lîstokên dewletên herêmê. Her wisa dev ji siyaseta xwe ya birûmet jî bernedan. Xwe bi xwe siyaseta xwe bi rê ve birin, ne li ser esasên xirakirin û dijminatiyê, lê li ser esasên çêkirinê û xweparastinê meşiyan. Di encamê de ne tenê li herêma xwe serkeftî bûn, her wisa pêşî li hilweşîna Sûriyeyê jî girtin. Lê niha Sûriye û Îran di serî de hemû dagirker bi hev re tev digerin. Bi gotineke din Sûriyeya ku nikare kolanên xwe biparêze ew jî neyartiya kurdan dike.

Rewş, ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve jî ne cuda ye. Ew jî ji bo ku kurd nebin xwedî maf, dikarin her tiştî bikin. Îro hemû hewldanên Tirkiyeyê, ji bo pêşîlêgirtina destkeftiyên kurdan in.

Di vî warî de hemû dagirkerên kurdan dikarin bi hev bikin, dikarin hemû pirsgirêkên xwe ji bîr bikin, ji bo berjewendiyên xwe dikarin her tiştî bikin.

Li hemberî ev qas bêbextî û dijminatiyê, çi şansê kurdan tune ye, divê ew jî li hev bikin…

Rojeva Medya

RSS Feed

rojnameyanewroz.net

IFTTT
Blogger tarafından desteklenmektedir.