BAROYA AMEDÊ SERDANA FIRAT ANLI KIR

Baroya Amedê serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli ku li Girtîgeha Tîpa Fê ya Elezîzê ku girtî ye, kir.

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, endamên rêveberiya Baroyê Ahmet Dag, Serhat Eren, Cihan Ulsen û Muhammed Neşet Girasun serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê û endamê Baroya Amedê Firat Anli ku li Girtîgeha Tîpa Fê ya Elezîzê girtî ye, kirin.

'BINPÊKIRINA MAFAN LI GIRTÎGEHAN PÊK TÊN'

Muhammed Neşet Girasun ragihand ku agahiyên ji Anli girtine bi rayagişti re parve kirine. Giresun eşkere kir ku binpêkirinên mafan li girtîgehan pêk tên û got: "Mînak li hemû girtîgehan, hevdîtinên vekirî mehê carekî pêk tên, lê li girtîgeha Elezîzê du mehan carek pêk tên. Ev kiryar ne gorî qanûna ne û kêfî ye. Ji bo vê yekê em wek Baroya Amedê dê binpêkirina mafên li girtîgehê bişopînin."

Giresun li ser pirsa gelo tenduristiya Anli çawaye jî got: "Rewşa wî gelek baş e."

sputniknews

RSS Feed

rojnameyanewroz.net

IFTTT
Blogger tarafından desteklenmektedir.