KOMÊN TUNDRÊ ÊRÎŞÎ GUNDÊN EFRÎNÊ KIRIN, YPG’Ê BERSÎVEKE TUND DA

Komên Îslamî yên tundrê careke din êrîş anîne ser gundên Efrîn, di êrîşan de çekên giran hatin bi kar anîn û çekdaran hewil dan ku derbazî nav axa Efrînê bibin.

Ji alîyê xwe ve Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersîva êrîşan da û pevçûnên dijwar rû dan.

Li gor jêderên leşkerî ji Dengê Amerîka re dane zanîn ku, li enîya gundê Îska 2 çekdar hatin kuştin, bi dehan çekdarên din jî birîndar bûn.

Di encama bersîva YPG'ê de hemû êrîş hatin şikandin û çekdar neçar man paşde bikşînin.

Li alîyê navçeya Cindirês jî di encama topbarana çekdarên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam ên li navçeya Daretizê, Kela Seman û bajarokê Etmê bi cih bûne de, agir bi dehan hektaran ji zevîyên gundê Celemê û Qîlê ket.

Li gor şênîyê navçeyê, gundîyan tevî hemû hewildanan nikanîbûn êgir vemrînin çimkî çekdarên îslamî ew bi guleyan armanc dikirin.

Komên îslamî yên tundrê ku li gundewarê rojavayê Helebê û bakurê Îdlibê bi cih bûne, di çend rojên borî de rojane gundên navçeya Şêrewa û Cindirêsê Ii Efrînê bi çekên giran armanc dikin û hewil didin ku derbaz navçeyê bibin, YPG jî bersîva wan dide.

dengeamerika

RSS Feed

rojnameyanewroz.net

IFTTT
Blogger tarafından desteklenmektedir.