CEBHET EL-ŞAM ÊRÎŞ KIR: METIRSIYA KARESATÊ LI SER ÊZIDÎYÊN EFRÎNÊ HEYE

Rêveberê perestgeha êzidiyên Laleşê Şemo Qasim ragihand ku milîtanên Bereya El- Şam a Sûriyê, li bajarê Efrînê çend gundên êzidiyan dorpêç kirine û metirsiya karesateke mezin li ser Kurdên Êzidî yên li Sûriyê heye.

Li gor nûçeya BasNewsê Berpirsê beşa Rewşenbîrî ya Desteya Bilind a Bingeha Laleşê ya Rewşenbîrî Şemo Qasim da xuyakirin ku çekdarên grûbên tûndrew êrîşî gundên Kurdên Êzidî kirine û bi taybet gundê Qestel Cindo, Bavlon û Elî Qîno dorpêç kirine.

Şemo herwiha da zanîn, xelkê wan gundan koçber bûne û ber bi bajarokê Ezazê ve çûne û hin ji wan li cadeyan dimînin û rewşa wan xirab e.

Şemo Qasim bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) jî kir ku alîkariya Kurdên êzidî bikin da ku li cîwarên xwe yên Sûriyê jî careke din rûbirûyî karesateke din nebin.

sputniknews

RSS Feed

rojnameyanewroz.net

IFTTT
Blogger tarafından desteklenmektedir.