JI BERIYA 109 SALAN SÎSTEMA SANSÛRKIRINÊ HAT RAKIRIN

109 sal in ku sîstema sansûrkirinê hatiye rakirin lê 136 rojnameger di girtîgehan de ne.

Di dema dewlwta Osmaniyan de di navbera Meşrûtiyeta Yekem û Meşrûtiyeta Duyem de, lijneyeka sansûrkirinê hatibû çêkirin. Ji beriya ku lijne li rojnameyan binêre û erê bike weşandina rojnameyan qedexe bû.

Di sala 1908ê de Evdilhemîdê Duyem Meşrûtiyeta Duyem îlan kir û sîstema sansûrkirinê rakir.

Refîk Halît Karatayî di sala 1948ê de ji Lijneya Birêvebir a Yekîtîya Rojnamegeran re pêşniyar kir ku divê ev roj wek "roja azadiya çapemeniyê" bê îlankirin. Bi pêşniyara wî li Tirkiyeyê 22 salan ev roj wek "roja azadiya çapemeniyê" hat pîrozkirin.

Piştî derbeyê, di sala 1971ê de "roja çapemenyê" wek "roja azadiya çapemeniyê" hat guhertin.

109 sal in ku sîstema sansûrkirinê hatiye rakirin lê 136 rojnameger di girtîgehan de ne.

(EA/MB)

BİANET

RSS Feed

rojnameyanewroz.net

IFTTT
Blogger tarafından desteklenmektedir.