‘EM RANEWESTİN, FAŞÎZMÊ RAWESTÎNİN’

Qet şik nîn e, bi taybetî du salên dawîn ango ji Komkujiya Pirsûsê heta niha kurdan jî tevgerên kurd jî derbeyek xwar. Ne tenê AKP û Erdogan, hemû nîjadperest, neteweperwer û şovenên Tirkiyeyê –ku gelek ji wan ne tirk in– bi hemû hêzên xwe ve êrîşî destkeftiyên kurdan kir, lêdana kurdan bi xêra xwe dîtin.

Fehîm Işik / Hemû nivîsên ê nivîskar

Kurd, bi rastî jî bûbûn sedema gelek guherînan. Berxwedana kurdan, piştî damezirandina HDP'ê, êdî ber bi xeteke nû ve dimeşiya. Maf û destkeftiyên kurdan di nav refên din ên Tirkiyeyê de jî dihatin ecibandin. Dengên ku Demîrtaş di hilbijartinên serokomariyê de bi dest xistibûn, ji xeta siyaseta nû ya HDP'ê ne cudatir bûn. Encama serkeftina 7'ê Hezîranê jî serkeftina xeta nû bû.

Lê ev serkeftin hemû statukoparêz tirsandin. Ger pêşî li HDP û Demîrtaş nehata birîn, herî zêde di hilbijartineke din de, kurd di rêvebirina dewletê de hevparê partiyên din bûn. Ne tenê kurd, bi rêya kurdan, bi rêya HDP'ê hemû gel û baweriyên din jî dê hem di parlamentoya Tirkiyeyê de, hem jî di rêvebirina dewletê de cihên xwe yên ku bi rastî heq kiribûn, dê bigirtana.

Vê yekê di serî de Erdogan tirsand ku bi rêyên meşrû û hiqûqî tenê HDP hikum ji destê wî girtibû, ger pêşî lê nehata girtin, dê bihata darizandin jî. Vê yekê CHP jî tirsand ku gelek kesên hêvî bi CHP'ê dianîn, êdî li derdora HDP'ê kom dibûn, dewra CHP'ê temam dibû.

AKP û Erdogan ji tirsa xwe êrîşî HDP'ê kir. CHP'ê jî ji bo berjewendiyên xwe, ji bo parastina statuya komara nîjadperest li hemberî van êrîşan bê deng ma. Ango her du jî bi şiklekî siyaseta MHP'ê parast. Piştî ku êrîşên li ser kurdan û yên li ser HDP'ê bi bandor bûn, bi hezaran mirov hatin zindanîkirin, tevî hevserokên wan, gelek parlamenter û hevşaredarên HDP û DBP'ê ketin zindanan û dor hat CHP'ê. Niha CHP dixwaze hemû dijberiya li hemberî Erdogan û AKP'ê çêbûne, ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û careke din desthilatdariya Tirkiyeyê bigire destê xwe. Aşkera ye, di bernameya CHP'ê de ji bilî ku bi rêya hilbijartinan were ser hikum û statuya Tirkiyeyê bi şiklê xwe yê kevn biparêze wêdetir, tiştek tune ye. Ango sibe hilbijartinek çêbe û di têkçûnekê de jî AKP û Erdogan hikum bernedin, CHP nizane dê çi bike.

Diyar e, derdê Tirkiyeyê êdî bi tena serê xwe ne AKP û Erdogan in. Derdê Tirkiyeyê guherîneke bingehîn e û guherînên bingehîn jî tenê bi destê demokrasîperweran, aştîperweran, a herî girîng jî bi destê şoreşgeran pêk tên. Ev hêz jî li hemberî hemû zordariyan, li hemberî hemû astengiyan dîsa tenê di destê kurdan û dostê kurdan de heye. Di vî warî de hem hebûna HDP'ê, hem berxwedana saziyên demokratîk û siyasetmedarên li dora HDP'ê kom bûne û her wiha cesareta Demîrtaş, destkeftiyeke mezin e.

Deklarasyona dûmahî ya HDP'ê ango deklarasyona 'Em ranewestin, faşîzmê rawestînin' jî divê bi van hestan were xwendin. Ji bo rawestandina faşîzmê, pêwîstî bi liv û tevgera şoreşgeran heye, bi liv û tevgera demokrasîperwer û aştîperweran heye. Ya herî girîng jî, pêwîstî bi piştgiriya hemû aliyan heye…

Rojeva Medya

RSS Feed

rojnameyanewroz.net

IFTTT
Blogger tarafından desteklenmektedir.